Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li demsala Havînê de zêdetir ji 165 kes li Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin

11:42 - 28 Îlon 2025

Navenda Mafê Mirov a Kurdistana Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku zêdetir ji 165 kes li Rojhilatê Kurdistanê ku çalakvanê medenî, çandî, zimanî, wêjeyî, jîngehparêzî, siyasî, werzişî, hunerî, xwendekarî, pêşeyî, mamosta û rojnamevan li xwe girtine, ji aliyê hêzên îtilaat û ewlehî û sipaha terorîste pastaran û hêza tepeserker a întizamî ve hatine binçavkirin.

Binçavkirina wan welatiyên Kurd li halekê de ye ku li 3emîn salvegera şehîdkirina Jîna yê de li mangirtinên li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û çalakiyên curbicur ên medenî de, sedan welatî bo navendên ewlehiyên rêjîmê hatine gazîkirin û rastî lêpirsînan hatine.

Herwisa gorî amara Navenda Mafê Mirov a Kurdistana Îraranê, li vê demsalê de zêdetir ji 50 welatiyên Kurd li girtîgehêîn rêjîmê de bi tohmetên cuda hatine bidarvekirin, ku aliyê kêm 3 kes bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl li Urmiyê hatine bidarvekirin.

Herwisa gorî vê raporê li demsala Havîna Îsal de aliyê kêm 2 Kolber bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê hatine kuştin û birîndarkirin.