Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha rêjîmê 10 sal girtîgeh bi ser 6 welatiyên Kurd de sepand

11:46 - 28 Îlon 2025

Pêka raporên belavbûyî, dadgeha binav şorişa rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi tohmeta “hevkarî digel hizbeke dijberî rêjîmê” û herwisa “propagande li dijî komara îslamî”, bi ser Kawe Xakînehat 20 heyv girtîgeh, Cemal Husênnijad  20 heyv girtîgeh, kamyar (Kemal) Oqabî 20 heyv girtîgeh, Mehmûd Qadirî 16 heyv girtîgeh û mensûr Feraş 12 heyv girtîgeh sepandiye ku bi serhev 124 heyv anku zêdetir ji 10 sal girtîgeh bi ser wan de sepandiye.

Ew welatiyên kurd ku li destpêka heyva Pûşpera îsal li malên xwe de ji aliyê bi kirêgirtiyên rêjîmê ve hatibûne binçavkirin li roja 26ê Gelawêjê bi danîna barimtê bi awayê demkî hatine azadkirin û li heyama binçavkirinê de jî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malabta xwe, bêpar bûne.