Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê amade nîne dest ji meyandina Oraniyomê berde

11:52 - 28 Îlon 2025

Piştî axaftinên Elî Xamineyî li derheq danûstandinan û pêdagirî li ser biryara xwe, pasdarê terorîst Mihemdbaqir Qalîbaf ê serokê meclîsa rêjîmê êdia dike her welatek bixwaze pêka mikanîsma maşê karekê bi dijî me bike, me dê berteknîşandanek hevşêwe hebe.

Axaftinê wî pasdarê terorîst li halekê de ye ku bi sedema çalakbûna mikanîsma maşê, dehan qeyranên mezin ên çaresernekirî rû bi asat herî dijwar ve diçin û bernameya mûşekî, navkî, pîşeya neft û dehan mijarên din bûne armanca wan dorpêçan.

Bi sedema çalakbûna mikanîsma maşê ragihandinên fermî yên rêjîmê wek rojnameya cumhûriyê îslamî jî huşdarî da berpirsên rêjmê.

Pêka rapora “Reuters”ê çalakbûna dorpêçên ragirtî, tirsa rêjîmê li êrîşa Îsraîl û kerb û bêzariya giştî a xelkê li Îranê, rêjîma rastî gefa bingehîn û nemanê kiriye, Lê berpirsên rêjîmê dixwazin wan dorpêçan û bandor û karlêkeriyên vê, bi asayî û kêm bidin xuya.