
Roja Yekşemî 6ê Rezbera 1404 a rojî beranber bi 28 Îlona 2025 an a Zayînî, 7 hizbên siyasî yên Rojhilatê kurdsiatanê li 3 mîn salvegera bîranîna şoreşa Jina yê de konferansek hevpar li bajarê Kolnê li welatê Alman lidar xistin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşanê Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, partiya Azadî ya Kurdistan(PAK) û Komele Rêkxirava Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê, pêkhênerên vê konferansê bûn.
Li panela yekem a vê konferansê de Dr. Kuwêstan Gadanî, Endama Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, gotara ji aliyê Hizba Dêmokrat ve pêşkêşî amadebûyên konferansê kir.
Gotara Hizba Dêmokrat ku Dr. kuwêstan Gadanî pêşkêş kir, ev mijarane li xwe girtibûn
- Hilsengandina rewşa niha ya Kurdistan û Îran û Rojhilata Navîn
- Giringiya karê hevpar a destpêka danûstandinên niştimanî
- Bandor û karlêkeriya şoreşa Jînayê bi ser Opozîsiyona Kurdistanî û Îranî
- Newroza îsal wek hêma û sembola girêdana xebata Çiya û Bajar
- Bandor û karlêkeriya xebata çendîn sale ya Hizbên Kurdistanî li şoreşa Jîna û xebata medeniya Kurdistanê
- Giringiya yêkitî û yekhelwîstî û bandor û derencamên vê li ser şeqam bi ceribandina Navenda Hevkarî
- Giringiya nîşandana amadebûn û bersivdana Hizbên Kurdistanê bi nivşa nû bi danîna stratejiyek netewî û niştimanî
- Giringiya gotara nasnamexwaziya Kurdistanî bo bidestveanîna mafê netewî
- Li vê konferansê de bilî nûnerên aliyên siyasî, çendîn kesayetiyên serbixwe jî beşdar bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.