Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê girêbestek 25 milyard Dolarî digel Rûsiyê wajo kir

10:52 - 29 Îlon 2025

Rêjîma Îranê bi wajokirina girêbestek 25 milyard Dolarî, bi qasê 1 li ser 4 a bûdceya Îranê dide Rûsiyê ku 4 rêaktorên navkî yên berhemanîna berqê li parêzgeha Hormozganê de ava bike.

Pêka raporan, Rusiyê dê wan 4 reaktorên nivşa 3 li vê parêzgehê de ava bike, ku serhev 5 hezar û 200 migawat berqê berhem bîne.

Ev yeka li halekê de ye ku wizegha Bûşêhrê ku ji aliyê Rûsiyê ve hatiye avakirin, heta niha ti berqek berhem neaniye û sedan milyard Dolar bûye xercê vê û heta niha jibilî xisarên sedan milyard Dolarî ti qazancek bo xelkê Îranê nebûye.

Rêaktorên berhemanîna berqê yên nivşa 3 li salên 1996 û 1997 li Kaşîwazakî ya Japonê de hatine bikaranîn lê li sala 2012 de bi sedema nigeraniyên ewlehî yên wan rêaktoran, hatine dayêxistin ku niha rêjîma Îranê dixwaze wan cure rêaktoran li Îranê de ava bike û xuya nîne rêjîma Îranê li ser çi bingehekî hizrî û zanistî, dixwaze projeyek şikestxwarî û ragirtî, li Îranê de cîbîcî bike.