Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji destpêka îsal ve zêdetir ji 570 peresdar ji Îranê derketine

11:11 - 4 Îlon 2025

Ebas Ebdî cihgirê perestariya wezareta tendirustiya rêjîmê li civîna digel nûnerên perestarên bajarê Qaêmşehrê, tevî îtirafkirin bi kêmbûna personelan û westiyana zêde ya perestar û kadrên dermanî û herwisa zêdebûna guherîna kar, ragihand ku xisarên aborî û civakiyên zêde hebûne.

Herwisa wî berpirsê rêjîmê da zanîn ku ji destpêka îsla ve 570 perestar ji Îranê derketine.

Perestar û kardên dermanî û heta pizîşkan li Îranê de ewlehiya karî û heta canî jî nînin û tevî ku bi berdewamî li jêr çavdêriya navendên ewlehî de ne, rastî pirsgirêkên micid wek girtin û îşkencekirinan jî tên û herwisa dahata kêm û westiyana zêde û nebûna ewlehiya karî û canî, bûye sedema derketina wan ji Îranê.