Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nûneratiya Hizbê digel Sikirtêrê Partiya Listê Yekgirtiya Danmarkê

12:17 - 29 Îlon 2025

Roja Şemî 5ê Rezbera 1404 a Rojî beranber bi 27ê Îlona 2025 a zayînî, Partiya Lîstê Yekgirtî “Ênhendis Lîstin” semînarek bo “Pêle Dixawstêd” yê Sikirtêrê Gîşîtî yê vê partiyê û “Lîsbêt Torfîng” berbijra vê partiyê bo hilbijartina bajarvaniyê li heyva bê, li bajarê Horsêns pêk anî ku naveroka vê li ser siyaset û mijarên giştî yên vê partiyê û amadekariya wan bo hilbijartinan bû.

Şanda Pêywendiyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku ji rêzdar Hejar Deştî, berpirsê Pêywendiyan û Dana Elyasî, endamê Komîteya Pêywendiyên Hizba Dêmokrat li Danmarkê, beşdarê vê semînarê bûn, ji aliyê Sikirtêr û endamên vê partiyê ve pêşewazî li wan hate kirin.

Li vê dîdarê de rêzdar Pêle, li ser piştevaşkirina partiya xwe li xebata rewa ya gelê Kurd tekezî kir û herwisa tekezî li ser kar û projeyên hevpar li navbera partiya wan û nûneratiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Danmarkê de hate kirin.