
“Donald Trump”, Serkomarê Amerîkayê bi belavkirina peyamekê ragihand: “Me li Rohilata Navîn de derfetek rastîn heye, bo yekem car li dîrokê de em bo bûyerek taybet bi tevavî amade ne. Em dê vê bigihînin encamê û emê guhertinên mezin bikin ku her kes pê şoke bibe.
Ji aliyê din ve “Tam Barak”, Nûnerê taybet ê Serkomarê Amerîka li Rojhilata Navîn, tevî îşarekirin bi girêbesta Sayks Pîko (Sykes–Picot) li navbera Birîtaniya û Firansê li sala 1916 a Zayînî de ragihand ku Rojhilata Navîn wateyek destçêkirî ye, ne sînor heye û ne gel, li rastiyê de Rojhilata navîn ti hebûnek nîne belku komîserhevkirinek ji eşêretan, gund û damezraveyên ne-netewî ye ku ji aliyê kolonoiyalîstan(Birîtaniya û Firanse) ve hatiye çêkirin.
Herwisa navbirî ragihand ku sîstema “gel-dewlet” li Rojhilata Navîn de hatiye sepandin û bikêrnahatî ye.
Navbirî ragihand ku vê serdemê, Birîtaniya û Firansê gotin ku împeratoriya Osmaniyan dabeş dikin, cixîz û sînoran datînin û wan bi dewlet binav dikin, lê Rojhilata Navîn wiha bi rê ve naçe, li destpêkê de kes, piştre malbat, gund, eşêret, civak, ol û li dawiyê de renge gel be, hizra vê yekê ku dê çawa 27 gel û 110 girûpên etnîkî li çarçoveya wateyên siyasî yên Rojavayî de danên, curek wehm e.
Axaftinên wan berpirsên Amerîka îşareyek bi egera guherîna li Rojhilata Navîn de ye ku dê sînorên destkird biguherîne.