
Roja Duşemî 7ê Rezbera 1404 çendîn kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon.
Malnişînkiriyên Muxabirat li bajarê Kirmaşanê, Sinê, Bîcar û Merîwanê bi awayekî berfireh li derheq nedadperwerî, birêveberiya şaş a stada birêveberî û bonyada te`avonê spaha pasdaran a terorîst nerizayetiya xwe dane xuya û ragihandine ku êdî bêdeng namînin û daxwaza amafên xwe dikin.
Herwisa li vê rojê de kedkarên pîşeyî ya polaya Ehwazê rijiyane ser şeqaman û dirûşma kedkar bimre jî êdî sitem û serşoriyê qebûl nake” û “dizî û çewtekarî karê berpirsan e” dan û kedkarên din jî tevlî vê xwenîşandanê bûn û xwenîşandanek berfireh lidar xistin.
Li bajarê Meşhedê de jî ajotvanên maşînên kevin û rizîbûyî yên cura “wen” li derheq rewşa xirab a karê xwe û herwisa xwediyê nanwaxaneyan li derheq rewşa xirab a jiyan û kar, nerizayetiya xwe dane xuya.
Li bajarên “Têhran, Îsfehan û Tewrêz”ê de jî malnişînkiriyên îdareya Muxabirat kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Reştê de jî personelên şirketa Gîlard li derheq hiqûq û qutkirina bîme û sozên çewt ên berpirsan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.