Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Japonê dorpêçên ragirtî yên bo ser rêjîma Îranê çalak kirin

11:09 - 30 Îlon 2025

Piştî evê ku mikanîsma maşê anku bi gerxistina dorpêçên ragirtî yên navneteweyî bo ser rêjîma Îranê hate çalakkirin, piştî Yêkitiya Ewropa, Dewleta Japonê ragihand ku piştî çalakkirina mikanîsma maşê ya Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bo ser rêjîma Îranê, wan jî dorpêçên ragirtî li li ser rêjîma Îranê çalak kirin û tekezî kiriye ku ew biryar bi hevahengî digel biryarnameyên navnetewî de hatiye dan û pêka vê biryarê, dest bi ser darayiya 78 damezrave û 43 kesên Îranê li Japonê de tê girtin.

Herwisa Sikirtêrê Kabîneya Jabonê li vê derheqê de ragihand ku nabe derfetên danûstandinê ji dest herin û em li halekê de ku pêbendê biryarên Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî ne, em dê hewlên hewce yên dîplomatîk berdewam bikin.