
“Hannah Neumann” a Nûnera Alman li Parlemana Ewropayê û seroka Girûpa Pêywendiyên digel rêjîma Îranê bi tekezî huşdarî da ku li halekê de çalakvanên rastîn ên dêmokrasî û parêzerên mafê mirov li Îranê de li girtîgehan de ne, nabe em derfetê bi personel û endamên sipaha pastarana vê rêjîmê bidin ku bên û azadane teitîlatên aram li Ewropayê de derbas bikin.
Herwisa vê berpirsa Ewropayê ragihand: “ Me zêdetir pêywendî bi saziyên civaka medenî ve hene û dîtingehên wan li derheq siyaseta hewce li hember rêjîma Îranê ji wan dipirsin lê tevî wan hemû sazanan, dibe em berpirsên rêjîmê neçar bi bersivdanê bikin, ev bersivdan bi rêya dorpêçên armancdar û tomarkirina tevaviya spaha pasdaran li lîstê saziyên terorîstî li Yekîtiya Ewropayê tê kirin, çimkî spaha psdaran rola bingehîn li têkdana aramî û herwisa terorê li deverê de heye.
Herwisa “Hannah Neumann” bi tekezî ragihand: “Dibe em givaşên bo ser vê rêjîma hov ku xelkê Îranî tepeser dike û terorê li deverê de belav dike, zêde bikin û dorpêç dibe armancdar be û jiyana berpirsên rêjîmê dijwar bike”.