
Piştî ragihandina Saziya netewên yekgirtî li derheq çalakkirina dorpêçên ragirtî bo ser rêjîma Îranê ku 6 biryarname û 43 kes û 78 navendên rêjîma Îranê ne, Yekîtiya Ewropayê li roja Dûşemî 29ê Îonê 2025 an, tekezî kir ku dê tevahiya dorpêçên ragirtî yên Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bi ser rêjîma Îranê de çalak bike.
Çalakbûna wan dorpêçan “daxistina hisabên banka navendî û bankên din ên rêjîmê, qedexekirina serdana hejmarek ji berpirsên rêjîmê, kirîn û firotin û veguhastina neft û Gaz û petrokîmiyayî a rêjîmê, şandina zêr û hejmarek alavên deryayî ji aliyê rêjîmê” jî li xwe digre.
Herwisa Marko Robio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku çalakkirina dorpêçên ragirtî, pêregihîştin bi gefên rêjîma Îranê ye û peyameke rohn bi vê rêjîmê ye ku “êdî cîhan gef û karê bi nîvekirî yê rêjîmê qebûl nake û Têhran dê bersivê bide”.
Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê jî ragihand ku biryara Şêwreya Ewlehî dide xuya ku cîhan êdî gefên rêjîma Îranê qebûl nake û erkê endamên Saziya Netewên Yekgrtî, ev e ku wan dorpêçan bi lezgînî bi rê ve bibin.