
Roja Duşemî 7ê Rezbera 1404 a Rojî, beşek ji xelkê Belûç li bajarê Zahidanê de bi hilkirina şemalan û danîna wêneyên şehêdan li cihê komkujiya xelkê bêtawan ên Belûç, yada şehîdên “Îna bi Xwîn a 8ê Rezberê” bi bilind ragirtin.
Pêka gotina çavkaniyên xwecihî, ew çalakî bi armanca tekezî bi ser hewcebûna bîranîn û bilindragirtina yada wan şehîdan e ku bi teqeya rasterast a hêzên serbazî û ewlehiya rêjîmê hatine kuştin û sedan kes jî birîndar bûn.
Piştî derbasbûna 3 salan bi ser vê karesata mirovî neînku ti dadperweriyak li derheq qurbaniyan bi rê ve neçoye belkû bikerên vê cinayeta hov, ji sizakirinê parastî mane û tepeserî’ û girtin û kuştin û sitema hovane a rêjîmê li ser gelê Belûç her berdewam e.
Rojîma dije mirove Îranê îro Sêşemî 8ê Rezbera 1404 a Rojî, li demjimêrên sibêdehê ve bajarê Zahidanê bi sedema tirsa rêjîmê ji serhildana xelkê bo tolhidanê, bi temamî milîtarîze kiriye û givaş û azardana xelkê Belûç her berdewam e û şeqamên wî bajarî tejî hêzên çekdar û alavên şer ên rêjîmê ne.