
Roja 11ê Xermananê, 58 welatiyên xelkê bajarên “Pîranşar, Şino, Mihabad û Bokan”ê ku li roja 11ê Befranbar a sala 1403 a Rojî de bi hêceta lixwekirina kincên Kurdî yên xakî û beşdarîkirin li şayî û dawetekê de bo dadgeha rêjîmê hatibûne gazîkirin, ji aliyê rêjîmê ve sizaya 3 heyv girtîgeh an 24 milyom tûmen sizaya nexdî bi ser de hate sepandin.
Ev welatiyên Kurd ji aliyê taya 1 a lêpirsîna dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê de hatibûne gazîkirin û ev lêpirsîn û gazîkirin û çêkirina perwendan bo wan, li ser daxwaziya hêzên tepeserker û navendên ewlehî a rêjîmê ve bûye.
Wan 58 welatiyên Kurd roja 10ê Sermaweza 1403 a Rojî de bi kincên xakî yên Kurdî, beşdarî li dawetekê de kiribûn.