
Pêka dawî raporên belavbûyî, li roja 11ê Xermananê, “Bîjen Husênpenah” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê, “Secad Sadiqî” xelkê Kûhdeştê û “Homen Girawend”, xelkê “Serterhan”ê ser bi bajarê Kûhdeştê digel 2 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de “Mihmemed Babayî” xelkê gundê “Dizlî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê de hate bidarvekirin.
Li 10ê Xermananê, “Murtiza Zêycî, Rehman Cewan Çonqiralûykan û Cewad Malî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatine bidarvekirin.
Li 4ê Xermananê jî, “Elîmurad Nasirî” xelkê bajarê Xuremabadê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Simnanê hatiye bidarvekirin.
Ji destpêka heyva Xermanê ve zêdetir ji 50 girtî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin û li heyva Gelawêjê de jî zêdetir ji 175 haletên bidarvekirin li girtîgehên rêjîmê de hatine tomarkirin.