Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 saziyên navnetewî yên mafê mirovî li derheq karesata mirovî li Îranê huşdarî dan

11:16 - 4 Îlon 2025

Saziya Libihorîna Navnetewî û herwisa Saziya Çavdêriya mafê mirovî, li roja Çarşemî 12ê Xermananê, bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar huşdarî dan ku rêjîma Îslamiya Îranê piştî şerê 12 roje pêleke nû ya tepeserkirinê li Îranê de dest pê kiriye.

Li vê raporê de hatiye ku rêjîma Îranê bi hêceta ewlehiya netewî, dest avêtiye kiryarên wiha berfireh û dijwar ku reştirîn û metirsîdartirîn serdema Îranê ye.

Pêka vê raporê zêdetir ji 21 hezar kes ji dijberên siyasî ve heta parêzerên mafê mirovî û rojnamevanan ve heta bikarhênerên torên civakî, malbatên şehîdan û heta xelkê welatên biyanî, ji 23ê Cozerdanê ve heta niha ji aliyê rêjîmê ve hatine girtin û herwisa Kurd û Belûç û kêmîneyên olî yên wek Cihû, Kirîstiyan û Bihayiyan bi awayekî cuda û taybetîtir bûne armanca wan tepeserkirinan.

Wan 2 saziyên mafê mirovî tevî nişandana nigeraniya xwe ya kûr li derheq karesata mafê mirovî li Îranê, huşdarî dane.