Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema Erdhejê Zêdetir ji 600 kesî li Efxanistanê de canê xwe ji dest dane

11:47 - 1 Îlon 2025

Li erdheja bi hêza 6.2 rîxterî li rojhilatê Efxanistanê, zêdetir ji 622 kesî pêka amarên destpêkî, canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 1500 kes jî birîndar bûne û ew amar renge hêj zêdetir bin û hêj çendîn gundên ku bi tevavî herifîne ti amarek ji kuştî an birîndaran nehatiye zanîn.

Pêka raporên belavbûyî, li wilayeta “Kuner” de zêdetirn hêza wê erdhejê hebûye û li wilayetên “Lexman û Nengerhar”ê de jî xisarên malî û canî gelek zêde ne û li amarên destpêkî de îşare bi canjidestdana sedan kesî li wan 2 wilayetên Efxanistanê de hatiye kirin.

Bi sedeam çiyayîbûna wan deveran û pirsgirêka hatinûçonê, amara serast a canjidestdan, birîndaran û hewisa xisarên malî nehatine zanîn û li hindek deveran de gundên çiyayî bi tevavî bi ser xelkê de herifîne.