Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran yek ji metirsîdartirîn welatên cîhanê bo rojnamevanan e

11:18 - 4 Îlon 2025

Navenda Mafên Mirovî li Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku Îran a li jêr desthilata komara îslamî de, yek ji metirsîdartirîn welatên cêhanê ye bo rojnamevanên serbixwe û piştî şerê 12 roje, gefxwarin, guhdarîkirina neyasayî bi pêwendiyan, daxistina ofîsan, binçavkirinên xoserane û lipeyketinên dadgehê li dijî rojnamevanên ku ji îdoljoyên rêîjîmê bi dûr in, gelek zêdetir bûye.

Herwisa vê navenda mafê mirovî, girtina rojnamevanan beşek ji siyaseta tepeserkirina nerizayetiyan û parastina desthilata rêjîmê da zanîn û tevî îşarekirin bi daxistina ofîsa sendîkaya rojnamevanan li Têhranê, derxistina zêdetir ji 150 rojnamevanî li ser kar, daxwaza serbestberdana wan rojnamevanan kir.

Herwisa raportêrên bê sînor jî ragihandine ku zêdetir ji 21 rojnamevan li Îranê de binçavkirî ne û Îran li pileya 176 a azadiya çapemenî li cîhanê ye.