
Rafaêl Girûssî, Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li hevpeyvîn digel Reutersê de huşdarî da ku danûstandinên digel rêjîma Îranê li derheq destpêkirina lêkolînan li naved û damezraveyên navkî yên xisrapêketî li êrîşa Îsraîl û Amerîkayê, nabe bo heyvan dirêj be.
Navbirî daxwza lihevkirinek lezgîn û heta li vê heftiyê de kir û ragihand ku Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ti zanyariyek li derheq rewş û cihê Oraniyoma meyandî ya rêjîma Îranê nîne û hewcehî bi ceribandina lezgîn a rastiyan heye.
Rafaêl Girûssî ev yeka jî ragihand ku rêjîma Îranê lêkolînên vê ajansê bi erêkirina şêwreya bilind a ewlehiya rêjîmê ve girê daye, evê yasayê ti girngiyek bo Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî nîne û dibe ku rêjîma Îranê sozên xwe yên navnetewî bi cih bîne.