Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzadar Mistefa Hicrî bi hilkefta jidayîkbûna “Hz. Mihemed” peyamek belav kir

13:15 - 4 Îlon 2025

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta roja ji dayîkbûna “Hz. Mihemed” Pêxemberê Îslamê, peyamek belav kir.

 

Deqa peyamê wiha ye:

Bi hilkefta cêjna Mewlûdê, roja jidayîkbûna “Hz. Mihemehd”, Pêxemberê Îslamê, pîrozbahî li hemû bavirmendên ola Îslamê, bi taybet welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dikim.

Ev hilkefta pîroz a misilmanan, li demekê li Îran û Kurdistanê de bi rê ve diçe ku bi berdewamî û rojane, rêjîma serberedeayî a komara îslamî, li jêr navê nirxên vê olê û bi îdolojiya daxistî û dijemirovî ya wilayeta feqîh, xwe ji encamdana ti cure tawankarî û kiryareke dijî mirovahiyê neparastiye.

Hivîdarim ku biranîna vê cêjna pîroz, bibe hêwênê pevrebûn û hevxebatiya netewên Îranê û tevahiya qat û texên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi dijî sitem û bêdadiya rêjîma komara îslamî.

Hemû rojên ve cêjin bin û jiyana ve tejî be ji xweşî û tebayî û yêkrêzî

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî

Mistefa Hicrî

4 ê Îlona 2025 a Zayînî