
Pêka dawîraporên belavbûyî, ji rojên dawî yên heyva Gelajê ve heta çend rojên destpêkî yên heyva Xermanê, li heyama heftiyekê de li devera li navbera gundên, “Hencîran, Haneşêxan, Binaweçile û Dereweran”ê de 903 hiktar ji daristanên herî bi wec ên berûyan li encama manorên serbazî yên hêzên rêjîmê li vê deverê, li nav agir de şewitîn û ji nav çon.
Herwisa pêka daxuyaniyeke Encemena Kesk a Çiyayê Merîwanê, ev agirpêketin çendin caran hatine temirandin lê her carê bi sedema manorên serbazî yên rêjîmê dubare agir pêketiye û rêjeyeke gelek zêde ji darên berûyan û curên ajelên kuvî li vê deverê jinav çone.
Li dawîagirpêketina li devera Merîwanê li roja Çarşemî 12ê Xermananê, daristanên “Kanî Qulecan”ê li derdora gundê “Yêngîce”yê, bi sedema manora serbazî ya hêzên rêjîmê agir pêket û heta derngiya şevê bi hewla jîngehparan hatiye temirandin lê xisareke giran bi wan daristanan ketiye.
Rêjîma Îranê bi zanebûn û bi armanca jinavbirina jîngeha Kurdistanê bi rêya kirêgirtiyên xwe û heta bi manorên serbazî, agir bi wan daristanan berdide û jinav dibe.