
Birîtaniya û Yekîtiya Ewropayê alîkariyên zêdetir bo gihandin bi berketiyên erdherja Efxanistanê amade kirine ku bi rêya saziyên mirovî li cihê erdhejê, bigihînin dest wan berketiyên erdhejê, lê wan alîkariyan bi dewleta Talibanê nadin û rasterast dê bi wan berketiyên erdhejê bê dan.
Pêka dawî amarên belavbûyî zêdetir ji 2 hezar û 200 kes li vê erdhejê de canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 3 hezar û 600 kes jî birîndar bûne û renge ew amar hêj zêdetir jî bibe.
Saziyê gihandina alîkariyên mirovî li deverên berketiyên erdhejê, daxwaza alîkariyên zêdetir kirine û ragihandine ku alîkariyên ku gihîştine dest wan gelek kêm in.