Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî ya Navenda Teşkîlat a Nihênî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

11:32 - 6 Îlon 2025

Civaka Kurdistanê!

Welatiyên rêzdar!

Xelkê xebatkar û yekgirtiyê Kurdistanê!

Heyamek e ku dezgehên saybêrî yên rêjîma îslamî bi armanca çêkirina fitne û dijayetî li navbera xelkê Kurdistanê de mijûlê birêvebirina pîlanekê ye.

Mijar bi wî awayî ye ku dezgehên saybêrî yên rêjîmê bi çêkirina rûpelên sexte li tora civakî ya “Instagram”ê, mijûlê çêkirina pirsgirêk û nearamî li nav bajar, dever û gundên Kurdistanê ye. Wan li vê hewla alozker de bi rêya rûpelên sexte ku bi navê bajar û gundan çê kirine, mijûlê bêrêzîkirin an henekkirin bi hev in ku renge mirov li yekem dîtinê de wa hizir bike ku ew rûpelên serast in û bikeve dafa wan ku ev yek, ji aliyê dezgeha sîxurîkirin û saybêriyên rêjîmê ve bi wan armancan hatine çêkirin.

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!

Bê şik û guman, armanca bingehîn a rêjîmê li danîna vê pîlanê ev ku bi vê rêyê hewlê bide vekhevî û yektiya ku li navbera we xwedîhelwîst û xebatkaran de heye, têk bide. Ev vekhevî û yekîtiya bi taybet li wan salên dawiyê de ku nîşaneya zindîbûn û hişariya siyasî û netewî ya wî gelî li rêûresmên Newrozî û rêûresmên din û li xweşî û nexweiyan de li navbera wan de çê bûye, darayiyek bi nirx a netewî ye ku dujmin gelek jê ditirse û li hewlê de ye ku bi hemû şiyana xwe, derbê li vê vekhevî û yekîtiya we bide.

Lewma çavrêyiya me ji we ev e ku bi hişariyê ve hev agehdar bikin û hekî tûşî wan rûpelan bûn, report û block bikin. Bo agadariya we ev rûpelane ku bi navê bajar û gundan hatine çêkirin, bi tevavî tîpa “m” li paşgira wan e.

Silav li hêza berdewam a gel

Silav li vekhevî û yekîtiya we ku zaminê serkevtina me ye

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

 

Navenda Teşkîlat a Nihênî

      

13ê Xermanan a 1404 a Rojî