
Roja Înê 14ê Xermanan a 1404 a Rojî, ciwanekî jîngehparêz ê bi navê “Rêbîn Goranî” piştî 8 roj man li rewşa komayê, li nexweşxaneya “Tewhîd” a bajarê Sinê de şehîd bû.
“Rêbîn Goranî” yek ji wan ciwanên biwêr û jîngehparêzên gelê me bû ku xwebexşane û bi sehkirina berpirsayetiya civakî bo kontrolkirina agirên li daristanên “Hencîran”ê li Merîwanê, hate meydanê û li vê dozê de şehîd bû.
Şehîdbûna vî ciwanê jîngehparêz li demekê de ye ku bi tenê 40 roj ji şehîdbûna 3 şehîdên jîngehparêz ên bajarê Sinê “Şehîd Hemîd Muradî, Şehîd Çiyako Yûsifî û Şehîd Xebat Emînî” derbas dibe ku li hewla temirandina agir li çiyayê “Awiyer”ê de şehîd bûn.
Dubarebûna wan bûyerên tal, vê dide xuya ku çawa agirberdanên bizanebûn, bikêrnahtina berpirsên hikûmî û heta nebûna destpêkîtirîn alavên temirandina agir, ciwanên niştiman yek bi yek, li pey hev dike qurbanî.