
Pêka dawî amarên belavbûyî, li sibêdeha roja Şemî 15ê Xermananê, “Ferzad Muhibî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qezwênê û herwisa li roja Pêncşemî 13ê Xermananê, “Îbrahîm Seferzay” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê, hatine bidarvekirin.
Li roja Çarşemî 12ê Xermananê de jî “Ebulfezil Eskerî” û girtiyek din ê bi nasnavê “Derwîşpûr” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê û “Mêhrdad Îrevanî û 3 girtî yên xelkê Efxanistanê yên bi navên “Rûhullah, Nizam Hekîmî û Ellahbexş Mîrcehanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê de hatine bidarvekirin.
Li vê rojê de “Hebîb Etayî, Riza Aqacanî” û girtîytekî xelkê Efxanistanê ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê û li 13ê Xermananê jî “Celal Muradî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmaşanê, hatine bidarvekirin.
Herwisa rêjîmê “Mihemed Kaşifî û Eskender Bazmandigan” jî her wan rojan de li girtîgeha Adilabad a rêjîêmê li bajarê Şîrazê de bidar vekirine ku ji nû de eşkere bûye.