Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rewşenbîr û nivîskarê Kurd rêzdar Konê Reş, bi hilkefta weşana 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî

11:51 - 1 Îlon 2025

Wek nivîskarek û wek Kurdek welatperwer ku guhdana min bi dîreok û rewşenbîriya Kurdî heye, û ez û kesên di cîlê min de em li ser navê Qazî Mihemed û Berzaniyê nemir mezin bûne, ez bi derçûna 500 hejmarên rojnameya Agirî dilxweş im, û ez derçûna 500 mîn hejmara vê rojnamê ji gelê Kurd, rewşenbîrên Kurd û siyasetmedarên Kurd pîroz dikim, bi rastî dema ku min sehi kir rojname navê wê Agirî ye, General “Êhsan Nûrî paşa” û serhildana Agirî hat bîra min, eşîra Celaliya û eşîra Hesinan ku di vê serhildanê de bûn hatin bîra min, û ez ketim nav pêlên şoreş û serhildanên Kurdên Rojava û Rojhelatê Kurdistanê, Komara Mehabad, Simko axayê şikak û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û di nava rûpelên wê de ez serwextê kuştina Pêşewa Qazî Mihemed, Seyf û Sedirê Qazî, û kuştina Qasimlo û Şerefkendî bûm, û berxwedana Kurdên me li Rojhilatê Kurdistanê ez bûm, û di nava rûpelên wê de bêtir ez serwextî bidarvekirina xurtên Kurd yên ku ji ber azadî û serxwebûna Kurdistanê xebatê dikin û bi destê rejîma faşîst yê Îranê tên darvekirin.

Ez jî weke Kurdek û wek nivîskarek Kurd li Rojavayê Kurdistanê min gelek caran di nav rûpelên vê rojnameya Agirî de berhemên xwe belavkirine bi keyfxweşî ve, nexasma ku ev rojname bi elfûbêya Mîr Celadetê Bedirxan elfûbêya Latînî tê çap û belavkirin, ku Mîr Celadetê Bedirxan bavê elfûbêya Kurdiya Latîn e ku sed sal beriya niha di Şama şerîf ew elfûbê berhevkiriye ji bo zimanê Kurdî, bêtir jî ev elfûbê dêfêntîkên zimanê Kurdî li xwe kiriye, bi hêvî me bi derçûna 500mîn hejmara rojnameya Agirî di rojên bê de ez vê rojnamê li pirtûkxaneyên Qamîşlo, Amed, Hewlêr û tev bajarên Kurdistanê bibînim, û bêtir nivîskarên vê rojnamê berhemên xwe yên cidî di vê rojnameyê de biweşînin.

Carek din dibêjim ji dil û can derçûna rojnameya Agirî, ji rewşenbîrên Kurd, helbestvanên Kurd û PDKÎ pîroz dikim.