
Pêka dawî raporên belavbûyî, dengê çendîn teqînên mezin li bajarê Xendab li parêzgeha Erakê û bajarê Necefabadê li parêzgeha Îsfehanê de hatine bihîstin ku heta niha sedem û cihê wan teqînan, hêj nehatiye zanîn.
Herwisa li bajarê Bîdgene ya Melardê jî teqînek gelek bihêz qewimiye û pêka raporan bi sedema bihêziya vê teqînê, zêdetir ji 10 bîna herifîne lê heta niha zanyariyên zêdetir li derheq sedema teqîn û xisarên pêketî yên malî û herwisa kuştî an birîndaran belav nebûye.
Tevî ku heta niha sedema wan teqînên cihê şiuk û guman nehatiye zanîn lê egera vê gelek zêdeye ku rêjîma Îranê wan teqînan jî wek teqînên pêştir, bi teqîna gazê ve girê bide û wek bûyerek asayî bide nîşandan.