
Navenda Ragihandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta weşana hejmara 500 a Agirî, koryadek bi rê ve bir. Armanca ji vê koryadê ku êwara roja Şemî 15ê Xermananê li yek ji binkeyên Hizba Dêmokrat de bi rê ve ço, hilsengandinek li pêgeha rojnameya “Agirî” û herwisa bilindragirtin û giringîdan bi cehd û tekoşîna xebatkarên vê rojnameyê û berdewambûna wan li heyama 22 salên derbasbûyî de bû.
Koryad bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê şehîdan û belavkirina girtevîdyoyekê li ser pêvajoya avakirin û berdewamiya rojnameya “Agirî”, dest pêkir. Piştre, peyama rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat bo vê hilkeftê, ji aliyê rêzdar “Elî Budaxî”, endamê Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat ve hate pêşkêşkirin û li berdewamiyê de destegulek ji aliyê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat ve ji aliyê rêzdar “Mistefa Mewlûdî”, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Hizbê ve bi rêzdar “Nûredîn Sofîzade”, sernivîskarê rojnameya Agirî, hate pêşkêşkirin.
Li pareke din a koryadê de rêzdar “Omer Balekî”, Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat, gotara Navenda Ragihandin a Hizbê ya bi vê hilkeftê pêşkêş kir. Navbirî li vê gotarê de îşare bi armancên weşan a “Agirî” kir û got ku li rewşa xebat û tekoşîna Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de wek Hizba Pêşeng a xebata netewî-dêmokratik a gelê Kurd, gihandina siyasetên Hizbê bo nav gelê Kurd li hemû deverên Kurdistanê, erkek hewce û girîng e, bo me jî wek Hizbek netewî gelek hewce bû û niha jî her hewce ye ku li pêxema pêşxistina xebata neteweiya xwe de bixwazin tekoşînê bikin ku hemû çîn û qatên civakê li hemû Kurdistanê li dora bername û siyaetên Hizba xwe, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, kom bikin. Bo vê armancê jî pêdiviye ku mifah ji hemû devokên cuda yên zimanê Kurdî verbigrin û her bo vê armancê jî bû ku rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li heyva Sermawez a sala 1382 a Rojî de biryar da ku vê delîvê bo weşana “Agirî” bi devoka Kirmanciya jorîn li ragihandin a Hizba Dêmokrat de çêke û bi vê şêwazê, “Agirî” bi sermayê mêdyayî û xebata Hizba Dêmokrat zêde bû.
Gotara Desteya Birêveberiya “Agirî” ji aliyê rêzdar “Nûredîn Sofîzade” û gotara rêzdar “Mihemedsalih Qadirî”, yekem berpirs û sernivîskarê Rojnameya “Agirî” 2 beşên din ên vê koryadê bûn ku li her 2 gotaran de ji bi dîtingehên taybet ve, rohnkirin li ser giringiya weşan û berdewamî ya rojnameya Agirî û bandor û karlêkeriya bi ser xebat û tekoşîna Hizba Dêmokrat û tevgera siyasiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hate dan.
Di parekî din ya vê koryadê de, pêşkêşkirina xelat û lewhên rêzgirtinê bi sernivîskarên berê û pêrsonêla niha ya rojnameya Agirî û beşa Kirmancî li Ragihandina Hizbê de bû.
Çapemeniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li demsala Payîz a sala 1382 a rojî de bi çap û weşandina rojnameya “Agirî” bi tîpên Latîn û devoka Kirmanciya serî, berhemek din bi ser berhemên Ragihandina Hizba Dêmokrat zêde kir û “Agirî” piştî 22 sal berdewambûnê, niha yek ji sermayên xwedî nirx û şan ên ragihandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye.