
Pêka rapora “The Wall Street Journal”, pêşketin li danûstandin a li navbera Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî digel rêjîma îslamiya Îranê gelek kêm e û ti hêvîyek bo gihîştin bi encameke serast û erênî nîne.
Belavbûna rapora vê rojnameyê li halekê de ye ku bi tenê rojek bo civîna bê ya Şêwreya Hukam maye.
Li halekê de raporên bi encamnegihîştina wan danûstandinan belav bûne, Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîmê îdia kiriye ku danûstandin gelek erênî bûne û gelek nêzî lihevkirin digel Ajansê bûne.
Pêka raporên belavbûyî ji aliyê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, Şêwreya Hukam û Troîkaya Eweropayî, rêjîma Îranê hewla demdirêjtirkirina wan danûstandinan dide ku bikare xwe bi awayek ji çalakbûn a mikanîzma maşê rizgar bike.