
Piştî eşkerebûn a firotina nefta qaçax a rêjîma Îranê li jêr navê nefta Îraqê û berteknîşanda Amerîka li vê derheqê û zêdekirina navên çend kes û kompaniyên Îraqê li lîstê dorpêçan, “Mihemed Şiya`i Sûdanî” destûra avakirin a komîteyeke payebilind a lîkolîn li derheq gendelî û tevlihevî û bi qaçaxîfirotina neft û berhemên neftî yên Îranê li jêr navê nefta Îraqê, da.
Herwisa navbirî ev komîteya payebilind erkdar kiriye ku bi lêkolîn û amadekirina raporan li derheq gendelî û kiryarên cihê şik û guman li wêzgehên qiraxavi yên bajarê Îraqê û avên Îraqê, zanyarî û pêspartiyên hewce bo kabîneya dewleta Îraqê bişînin.
Pêka raporên Amerîkayê, tacirek Îraqê yê bi navê Elsamirrayî û toreke din a ticareta nefta qaçax a Îranê ji aliyê tacirekî din ê Îraqî ve li bazarên cîhanî de li jêr navê nefta Îraqê firitone û ku bi nirxa dehan milyard Dolar bûye.