Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Têmûrê Xelîl nivîskar û rewşenbîr û lêkoler Kurd ji Êrevanê bi hilkefta weşana 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî, peyamek ji bo Agirî şandiye

11:53 - 1 Îlon 2025

Deqa peyama rêzdar Têmûrê Xelîl bo Agirî wiha ye:

 

Îro cejina Rojnama Agirî ye 500 hejmar derketine, ez ji we bi dil û can pîroz dikim, gelek keyfxweş im ku keda min jî di vê govarê de heye, min berê çend gotar ji Agirî re nivîsîne, navê Agirî ji bo me gelek pîroz e, wisa bûye ku gelek perçeyên welatê me ji çiyayê Agirî pirr nêzîkin weke Kurdistana Rojhilatê, Kurdistana Bakûr û ji Ermenistanê jî gelek nêzîk e, tê bîra min ku me li gundekî Ermenistanê ji defê dixist ji aliyê din Kurdên me li Bakûr govend digirtin.

Eva tiştek sîmbolîk e hêza çiyayê Agirî gelek xorte û em hêvîdarin ku ev hêz her çar parçeyên welatê me bigehîne hev, û rojekê ev sînor bêne rakirin, emê govenda here mezin li welatê xwe yê yekgirtî de bigirin.

Navê çiyayê Agirî pirr pîroz e bo min, û gelek navê wê hene weke Agirî, Îgirdax, Ararat lê Ermenî jê re dibêjin Çiyayê Masîs, lê çava be ev di rihê Kurdistanê deye û em hêvîdarin ku ev hêzek pir mezim bide me hemû Kurdan ku em yekgirtî li welatê xwe de govendek serxwebûnê bigirin.