
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina çendîn wêneyan ên taybet bi hewcehiyên bingehîn ên xelkê Îranê ragihand ku mafên bingehîn ên xelkê Îranê, ti giringiyek bo rêjîmê nine û mijara ku rêjîma Îranê giringiyê pê dide û li pey ketiye bi bernbameya navkî, mûşekî û berfirehtirkira terorîzmê ye.
Wezareta Derve Ya Amerîkayê bi belavkirina wan wêneyan li tora civakiya “X” de ragihand, li halekê de xelkê Îranê hewcehî bi “av, nan, berq, jiyan û mafên bingehîn” hene, rêjîm ti giringiyekê bi wan nade û li pey pîlanên xwe yên şerxwazî wek bernameya mûşekî, navkî û terorîzmê” ketiye.
Li vê peymê de îşare bi qeyrana nirxa xaniyan, bilindbûna zêdetir ji 7 qatî ya nirxa berqê û hewla rêjîmê bo bi asayînîşandana rewşê li Îranê de hatiye kirin.