Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngehparêzên Ciwanroyê, digel riha jîngehparêzên şehîdbûyî peyman nû kirin

12:46 - 9 Îlon 2025

Hejmarek ji jîngehparêzên bajarê Ciwanroyê li çileya şehîdbûna Çiyako Yûsifî de, peyman digel şehîdên jîngeha Kurdistanê bi taybet ên vê dawiyê şehîd “Hemîd Muradî, Çiyako Yûsifî, Xebat Emînî” nû kirin û soz dan rê û rêbaza wan berdewam bikin.

Wam jîngehparêzan bi bîstek bêdengî rêz li rihê paqîjê şehîdên jîngeha Kurdistanê girtin û soz dan ku bi nirxa canê xwe, ax û jîngeha welatê xwe biparêzin û li vê rêbazê de newestin û berdewam bin.

Herwisa wan jîngehparêzan helbesta “Şehîd nemire wekû şax” bi hev re xwendin û dirûşma Şehîd namirin dan û bi hevre sirûda “şehîd namirin” strandin.