Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Ragihandina PDKÎ bi hilkefta weşana hejmara 500 a Rojnameya Agirî

12:48 - 9 Îlon 2025

Tevî bixêhatinkirina dubare li we hêjayan bo vê korê, pîrozbahiyê li bêrêveberan û staf a rojnameya “Agirî” ku li heyama 22 salên derbasbûyî de wek sermayeyekî midyayî ya xwedînirx û şan a Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina dîtingeh û şiroveyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û lipeyketinên bo pirs û mijarên pêywendîdar bi Rojhilatê Kurdistanê bi tîpên Latîn û zaraweya Kurmancî ya serî, bi pêka îmkanatan û rewşa Hizbê lê bi îrade û berdewamiya cihê rêzgirtin û pêzanînê, tekoşîn kiriye û karên xwe bi rê ve birine.

 

Rêzdaran!

Ew rastiya nayê înkarkirin ku li rewşa xebat û tekoşîna Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê de wek Hizba Pêşeng a xebata netewî-demokratîk a gelê Kurd, gihandina siyasetên Hizbê bo nav gelê Kurd li hemû deverên Kurdistanê, erkek hewce û girîng e. bo me wek Hizbek netewî, gelek hewce bû û niha jî her hewce ye ku li pêxema xebata netewî ya netewa xwe de tekoşînê bikin û bixwazin hemû çîn û qatên civakê li hemû deverên Kurdistanê li dora bername û siyasetên Hizba me, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kom bikin. Bo vê armancê, hewceye ku mifah ji hemû zaraveyên cuda yên zimanê Kurdî bê vergirtin û her bi vê armancê jî bû ku rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li heyva Sermawez a sala 1382 a rojî de biryar da vê delîvê bo weşana Agirî bi zaraweya Kurmancî ya serî, bo ragihandina Hizba Dêmokrat vebike û bi vê şêwazê, “Agirî bi sermayeya ragihandin û xebatka Hizba Dêmokrat zêde bû.

Tevî ku ez mafê vê yekê nadim bi xwe ku li derheq “Agirî” û naveroka vê rojnameyê û hilsengandina kar û tekoşîna vê li heyama wan 22 salan û belavbûna 500 hejmar ji vê rojnameyê biaxivim û ez zêdetir vî mafî didme bi wan hevalan ku ji destpêka kar û weşana vê de li rojnameya Agirî de kar kirine û yên ku têde kar dikin, lê li hemen demê de ez bo afirankarî û berdewambûna wan, destxweşiyê li wan dikim. Lê carê li ser navê “Agirî” dibe bibêjin ku hilêbijartinek gelek civan û watedar bûye, Çimkî navê Agirî, tevî ku navê bilintirîn çiyayê Kurdistanê ye û nîşaneya xweragirî û ronahiyê ye, hevdem bîrhênerê dîroka tejî serwerî û jixwebihorîn û cangorîkirina xebatkarên Kurdistanê û hêma û sembola bihevregirêdana gelê Kurd li 3 beşên Kurdistana perçekirî ye. Lewma hivî dikim ku rojnameya “Agirî” bi hewldan û îradeya birêveberên vê bi bilindahî û dîroka çiyayê Agirî, li kar û tekoşîna xwe de berdewam û li geşekirinê de be.

Perçekirina ax û netewa Kurd bi ser 4 dewletan de û çêkirina sînorên destçêkirî li heyama 100 salên derbasbûyî de, wiha kiriye ku ziman û kultûra netewa Kurd heta astekê li beşên parçekirî ji hev dûr bikeve. Bo vê yekê ku ev dûrketin kêm û kêmtir bibe, yek ji şêwazên bingehîn, çalakiya ragihandin û midyayî bi zaraweyan e. ragihandin bi deng û reng be, an bi nivîskî be, girîng nîne. Girîng ev e ku bi zaraveyên xwedî berdeng be, bo vê ku jê têboihîjin û li wir de rastiya vê gotinê tê xuya ku hatiye gotin, Ragihandin pira li navbera gelê Kurd li her 4 aliyên Kurdistanê ye. Ji niha ve em dikarin bi eşkere bibêjin ku rojnameya Agirî bi hemû beşên xwe ve, vê rolê cîbicî dike û heta astek baş kariye cihê xwe li nav xwendewarên li Bakûrê Kurdistanê bi her beşên xwe ve veke, û zêdetir wan digel siyaset û şiroveyên Hizba Dêmokrat li ser mijar û babetên cuda yên pêywendîdar bi pirsa Kurd û dîroka tejî xebat û qurbanîdana gelê Kurd û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Rojhilatê Kurdistanê aşina bike.

Li cihê xwe de ye ku spasî û pêzanîna xwe bo hemû hevrêyên birêveber, nivîskar, wergêr û amadekarên li beşa teknîk û dîzayn a “Agirî” de bidin xuya ku li heyama 22 salên derbasbûyî de bo weşîna 500 hejmarên rojnameya Agirî hewl dane û her berdewam bûne û karîne bi îmkanatên kêm, lê bi morel û îradeya pêşmergetiyê, ev erkî pîroz cî bi cî bikin û rojnameya Agirî bigihînin destê xwendewarê têniyê zanîna nûçe û zanyarî û siyasetên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê.

 

Rêzdaran!

Her wek min îşare pêkir, axaftin li ser naverok û çawatiya rojnameya “Agirî” bo hevalên xwe yên din bi cih dihêlim û bi tenê vê yekê dibêjim ku cihê keyfxweşiyê ye ku rojnameya “Agirî”, beşek bi nirx û şan ji darayiya meinewî ya Ragihandin a Hizba Dêmokrat e û hêviya serkevtina zêdetir bo wan dixwazim.