
Lijneya weşangerê a Kovara Deng, bi hilkefta derçona 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî, peyameke pîrozbahiyê bo desteya amadekar a Rojnama Agirî şandiye
Deqa peyamê wihaye:
Jİ BO DESTEYA WEŞANGERÎYÊ YA ROJNAMEYA AGİRÎ
Lijneya weşangerîya Rojnameya Agirî, xebatkar, kedkar û xwendeyê wê yên hêja!
Bi kêfxweşî û şabûnê agahî gihîşt me ku, rojnameya Agirî yê ku ji aliyê Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve tê belav kirin û dengê Pêşmergeyên gernas û tekoşerên azadixwazên Rojhılatê Kurdistanê ye, hejmara xwe ya 500 ê bi serketinê diweşîne.
Ev yek, ji bona çapemenî û weşangerîya Gelê Kurd cîhê şanazîyê û hêvîyê ye.
Lewra, ev yek ji bona wan gelên ku, wekî gelê Kurd ji mafê perwedehîya bi zimanê xwe yê netewî bêparin, nîşana berxwedaneka mezin e. Civak bi saziyên xurt û domdar dibine netew û ronahîdîde. Sazîyên weşangerîyê ji bona netewan, warê ronahîyê, wargehên ronakbîniyê nin. Ew, her wiha çira û findên sîyaseta wan, amûrê zelalkirina asogehên wan nin.
Em vê rastîyê ji nêzde dişopînin û pê dizanin ku, Rojnameya Agirî, di vî warî de nimûneyeke here hêja, girîng û balkêş e.
Bi rastî, ew xebatên we yên mezin, dûr û dirêj cîhê pesnê ne. Ev bi dehan sal in ku hûn bi kedeke bêhempa, bi berxwedaneke kûr û fireh, bi hîvîyeke mezin ve, wî karê pîroz bê rawestan dimeşînin.
Em şahid in ku, Rojnameya Agirî, di wan 500 hejmarên xwe de, ronahîyê û rastîyê gîhand binê zindanên dagirkeran, gîhand serê çîyayê Kurdistanê, kuçe û kolanên gund û bajarên wê. Li wan dera hîvîya berxwedanê reşand. We, di encama van xebatên giranbiha de, ji bona Gelê Kurd sazîyeke hêja, arşîveke mezin û giranbiha pêk anîye.
Em wek lêjneya weşanê a Kovara Dengê, hejmara 500 ê a Rojnameya Agirî li hemû xebatkarên wê, nivîskarên wê, xwîner û xwendeyên wê û alîgirên wê bi dil û can pîroz dikin.
Daxwaza me ew e ku, Rojnameya Agirî bi vê ronahiya xwe ya xurt, deng û agirê rastî û azadîyê bi hêztir belav bike.
Bi hestên germê ve, pîrozbahiya xwe pêşkeş dikin.
Bi Rêz û silavên ve...
4ê Îlon a 2025 an
Lijneya weşangerê a Kovara Deng