
Piştî xwenîşandana nerizayetî ya xelkê Nêpalê, “K. P. Sharma Oli”, Serokwezîrê Nêpalê neçar bi destjikarberanê bû û xelkê nerazî, parlemana Nêpalê xistine jêr kontrola xwe û agir berdane mala serokwezîr û serkomarê nêpalê û êrîş kirine ser mala berpirsên hikûmî û li seranserê vê nerizayetiyê de 19 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bû.
Nerizayetiya xelkê yekgirtî li ser gendeliya berfireh a hikûmî, filtêrkirina înternet û torên civakî bû ku bi îrade û yekîtiyê li 48 demjimêran de serkevtin.
Li roja Çarşemî 19ê Xermananê, artêşa Nêpalê li şeqamên bajarê “Katmando” paytexta Nêpalê de cihgîr bûn û daxwaz ji xelkê kirin ku li malên xwe de bimînin ku bikarin aramiyê cihgîr bikin.