
4 hezar kedkarên şirketa “Alomîniyom Erak” bi kurtenavê “Îralko” bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember givaşên ewlehî û nebûna desthilata xwedîpişkan û guhnedana berpirsan zêdetir ji 42 roj e ku li girêva birsîbûnê de ne û bi kombûn li hewşa vê şirketê, daxwaza jikarderxistina birêveberê giştî û berpirsê beşa parastin a vê şirketê dikin.
Pêka çavkaniyên kedkarî, daxwaziyên nerzaiyan yasayî û rohn nin, ew daxwaza pêdeçon li bernameya kertbendiya pîşe, dana serast û li dema diyarîkirî ya heqdestan, nûjenkirina alavên rizîbûyî, birêvebirina standardên ewlehiyê, dawîanîn bi givaşên ewlehî kirine.
Bi sedema nebûna standarda ewlehî 2 kedkaran ên bi navê “Mehmûd Davûdabadî û Cebar Ebdî” canê xwe ji dest dane.
Birêveberên vê şirketê tevî tomarkirina skala û tohmetlêdanên ewlehî bi wan 4 hezar kedkarî, hewla tirsandina wan didin, Lê kedkaran bi yekîtî û îradeya xwe ragihandine ku heta maf û daxwaziyên xwe bi dest ve neyînin, dê ev kombûn û girêva birsîbûnê berdewam be û hekî bersiva wan nedin dê wan nerizayetiyên bibin ser şeqaman.