
Li 2 rojên derbasbûyî de ku basê hindê hebû “Rafael Grossi” serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî digel Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîmê, li welatê Misrê de li derheq şêwaza danûstandinan lihev kirin û ew danûstandin dê dest pê bikin, lê rêjîma Îranê ragihandiye ku îznê nade çavedêrên Ajansa navnetewî a wizeya etomî, ku serdana binkên Navikî bikin.
Gerçi “Rafael Grossi” ev lihevkirin bi pêngawek serrast û erênî binav kir lê ragihand ku gelek pirsgirêkên din mane ku dibe bêne çareserkirin” ku yêk ji wan pirskirêkan ev bû ku gorî lihevkirinê diba çavedêrên Ajansê serdana binkên Navikî yên rêjîmê bikirban.
Ebas Îraqçî jî piştî vê lihevkirinê îda kir ku hekî mikanîsma maşê bê çalakkirin, rêjîma Îranê dê pêngawên diyarîkirî li vê lihevkirinê de dê bisekinîne.
Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîmê ku wajokerê vê lihevkirinê bûye îdia dike ku pêka xalên vê lihevkirinê, Ajans û lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, bi tenê dê destpêregihîştin bi navenda navkî ya Bûşêhrê dê hebin.
Pêka raporên belavbûyî, Ajansa Navnetyewî ya Wizeya Navkî û lêkolerên vê, dê heta destpêregihîştin bi Oraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 jî dê hebin.
Herwisa Troîkaya Ewropayê jî huşdar da rêjîma Îranê ku dibe li praktîkê de jî sozên xwe yên li vê lihevkirinê de bi cih bîne.
Armanca sereke a rêjîma Îranê li wan danûstandina tenê bidestveanîna dema zêdetir û pêşîgirtin ji çalakbûna mikanîsma maşê bo ser xwe ye.