
Îsraîlê li roja Çarşemî 19ê Xermananê, binke û navendên aborî û fermandehiya Hûsiyên Yemenê li bajarê Sen`a û herwisa li parêzgeha “El-Cewf”ê, bi giranî bombebaran kirin û hejmarek ji wan milîsên ser bi rêjîma Îranê hatin kuştin û hejmarek jî birîndarkirin.
Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku Hêza Esmanî ya Artêşa Îsraîl, êrîş kirine ser Hûsiyan û gelek binke û embar û cihên wan ji nav birine.
Li vê daxuyaniyê da îşare bi stada pêywendiyên giştî û enbaerek şewatê a Hûsuyan hatiye kirin ku bûne armanca êrîşan.
Kanala têlêvîzyoniya “El-Mesîre” ya Hûsiyên Yemenê ragihandiye ku Îsraîlê bajarê “Sen`a”yê kiriye armanc û şahidên li nêzî cihên bombebarankirtinê jî ragihandine ku wezareta berevanî ya Hûsiyan bûye armanca bombên îsraîlî.