
Li salvegera terora Mîkonosê de, endamên têkoşer û alîgirên biwêr ên Hizba Dêmokrat çalakiyên teblîxî yên bi hilkefta 26ê Xermananê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dest pê kirine.
Beşek ji wan çalakiyên teblîxî, ev in:
Li gundê Serrêzê ser bi bajarê Sinê de çalakiyên teblîxî bi rê ve çon û bi wênekirina Ala ya Kurdistanê kolanên gund xemilandin.
Li bajarê Seqizê de jî li devera “Gewrik”ê de li gundên “Pîromeran, Bobektan, Konelan, Qişlaxa wenewşe, Hemzeqereniyan, Kêleşîn, Qûre Dere, Kerewyan, Temoxe”yê de wêne, trakt û posterên taybet bi 26ê Xermananê bi awayekî berfireh hatine belavkirin.
Li bajarên “Sine û Pîranşar û Mihabad û Bokanê”ê de jî amadekarî bo çalakiyên teblîx hatine kirin.
Herwisa malbatên şehîdan ên tevgera “Jin jiyan Azadî”yê li rêûresma çileya “Şehîdên Jîngehê” de beşdarî kirin.