Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yadê şehîdên Mîkonosê bi karê teblîxî li Rojhilatê Kurdistanê de bi bilind tête ragirtin

11:22 - 13 Îlon 2025

Endam û alîgirên xebatkar ên Hizba Dêmokrat li devedevê salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî de, çalakiyên berfireh ên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve dibin ku beşek ji wan çalakiyan ev in:

Li berdewamiya çalakiyên li bajarê Pîranşarê de li rêya Serdeşt, derdora Kargeha Seyîd Îbrahîm û kolanên berî rêya kemerbendiyê de wêne trakt û posterên taybt bi 26ê Xermananê, hatine belavkirin.

Herwisa li berdewamiya çalakiyên li bajarê Seqizê de trakt û posterên taybet bi şehîdên Mîkonosê li gundê “Melqerenî”yê  de hatine belavkirin.

Li bajarê Mihabadê de jî çalakî berdewam bûn û li gundên “Ceiferava, Dîmenesûr, Talaw, Hacî Hesen, Obeya Hacî Hesen û rêya Miyandav-Mihabadê de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Têkoşerên Dêmokrat tevî lidarxistina wan çalakiyan, peyman digel Şehîdên Mîkonosê nû kirin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî û Niştimanî ragihandin.