Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bereya Yekgirtiya Kurd bi hilkefta 3 mîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê daxuyaniyek belav kir

15:28 - 13 Îlon 2025

Bereya Yekgirtiya Kurd bi hilkefta sêyemîn salvegera serhildan “Jin Jiyan Aazadî”yê, daxuyanoiyek belav kir û ragihand: “Bêguman şoreşa Jin Jiyan Azadî, berfirehtirîn û demdirêjtirîn tevgera seranserî li 47 salên derbasbûyî li Îranê bûye.

 

Li parek ji vê daxuyaniyê de hatiye:

Li dawiya Xermanan a sala 1401 a Rojî de piştî dehan sal cudatîdanîn û nevekheviya netewî û qatî û zayendî û guhnedana desthilatê bi daxwaziyên rewa yên gelên Îranê, tevî hewl û tekoşîna bêrawestan a Hizb û rêkxiravên siyasî û medenî bi taybet Bereya Yekgirtiya Kurd bo bidestveanîna mafê bingehîn û rewa bi şêwazeke aşîtîxwazane, mixabin nûçeya şehîdbûna kiçe kurdek a bi navê Jîna Emînî bi hêceta hicabê ji aliyê geşta îrşad ve li bajarê Têhranê, seha gelên Îranê bi taybet gelê Kurd bizivand. Çawaniya şehîdbûna Jînayê li bajarekî xerîb û li bêkesiyê de bû sedema serhildana şoreşekê ku li heyamek kurt de serasnserî Kurdistan û Îranê li xwe girt ku bi dirûşma bingehîn a “Jin Jiyan Azadî”yê dest pê kir û her bi vê dirûşmê hate binavkirin.

Li beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku bê şik û guman, şoreşa Jin Jiyan Azadî, berfirehtirîn û demdirêjtirîn serhildana seranserî li 47 salên derbasbûyî li Îranê bûye û piştî derbasbûna 3 salan ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, ev tevgera bi şêwazên curbicur berdewam e, ji aliyê kedkar, malnişînkirî, mamostayan û perestaran ve tête domandin.

Li dawiya vê daxuyaniya Bereya Yekgirtina Kurd de tevî rêzgirtin ji yada Jîna û şoreşa Jin Jiyan Azadî, bejna xwe li hember hemû qurbaniyên vê şoreşê ditevîne û bo dabînkirina mafê rewa yê gelê me, xwe ji ti hewl û tekoşînekê naparêze.