Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîd Jînayê peyamek belav kir

11:21 - 14 Îlon 2025

“Emced Emînî” bavê Şehîd “Jîna Emînî”yê li sêyemîn salvegera şehgîdkirina keça xwe de li torên civakî de de peyamek belav kir, li vê peyamê de hatiye “Jîna ronahiya cîhana min, navê te her li ser zimanan e ku li dilê her mirovekî de cih girtiye”.

Herwisa navbirî îşare bi vê yekê kiriye ku merasima salvegera şehîkbûna Jîna yê dê li 25ê Xermanan a 1404 a rojî de be, lê li vê peyamê de çi îşareyek bi hûrdekariyên vê rêûresmê nehatiye kirin ku.

Gora Şehîd “Jîna”yê  li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê de ye û berpirsên rêjîmê li 2 salên derbasbûyî de givaşeke zêde xistine ser malbata Jînayê û pêşiya lidarxistina rêûresma salvegera şehîdbûna vê de pirsgirêk û astengî çê dikirin.