
Pêka nûçeya gihîştî beşa Nûçe ya Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat, rêjîmê li bajarê Seqizê rêgirî li rêpîvaneke çiyagerî kir ku biryar bû bo rêzirtin ji yada Şehîsên Jîngehparêz ên bajarê Sinê, bi rê ve biçe.
Rêkxirava “Jiyana Kesk” a Seqizê bi belavkirina daxuyanîyekê ragihyandibû ku li roja 21ê Xermananê, rêpîvaneke çiyagerî bi hilkefta Çîleya Şehîdên Jîngehê yên Sinê, li ser çiyayê Caqilî li Seqizê bi rê ve dibe.
Pêka zanyariyan ev rêpîvan bi givaşa hêzên ewlehî yên rêjîmê de hatiye hilveşandin.
Rêkxirava “Jiyana Kesk” a Seqizê bê îşarekirin bi ti sedemekê, li şeva 20ê Xermanana 1404 a Rojî de ragihand ku çiyagerî ya li roja Înê bi rê ve naçe.
Li dema agirpêketina berfireh li çiyayê Awiyerê de li 2ê Gelawêj a 1404 a Rojî de çend kes ji çalakvanên jîêngehparêz bi dijwarî birîndar bûn. Mixabin piştre 3 ji wan jîngehparêzan şehîd bûn û rêûresma bi axspartina termên wan şehîdan, bi şêwazeke bi şan, ji aliyê xelkê emegnasê Kurdistanê ve bi rê ve ço.