
Roja Yekşemî 8ê Xermanan a 1404 a Rojî, Komîteya Hizba Dêmokrat li bajarê Sîdniyê de li welatê Ustarliyayê, semînarek giştî bo pîrozkirina yada 80 saleya damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat, lidar xistin.
Li destpêka semînarê de rêzdar “Simayîl Rencberî”, berpirsê Komîteya Hizbê li Sîdniyê, bixêrhatinkirin li mîvanan kir û semînar bi sirûda “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqijê şehîdan, dest bi karê xwe kir.
Rêzdar “Xalid Ezîzî” li vê semînarê de îşare bi dîroka tejî ewraz û nişîv a Hizba Dêmokrat li heyama wan 80 salan de kir.
Navbirî li di nava axaftina xwe de îşare bi rol û keda “Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” bo birêvebirin û pêşxistina Hizba Dêmokrat kir.
Herwisa rêzdar Ezîzî behsê beşên din ên Kurdistanê û herwisa pirsa Kurd û Azeriyan li parêzgeha Urmiyê û giringiya jiyana dostane li navbera wan 2 gelan de kir.
Li beşa dawiyê de rêzdar “Xalid Ezîzî” bersiva pirsyarên beşdarbûyên semînarê da.
Herwisa li vê semînarê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), PJAK, Komeleya Zehmetkêşan, Komeleya Kurdî ya Ustraliyayê, Encumena Dêmokrasiya Kurd û çendîn kesayetiyên din ên Kurd li Ustraliyayê beşdarî bûn û li dawiyê de çendîn destiyên gulan pêşkêş bi rêzdar “Xalid Ezîzî” Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kirin.