
Li berdewamiya çalakiyên teblîxî yên bi hilkefta 26ê Xeramanê salvegera “Şehîdên Mîkonosê” endamê û alîgirên xebatkar ên Hizba Dêmokrat, çalakiyên berfireh ên teblîxî yên wek belavkirina trakt, wêne û posterên taybet bi 26ê Xermamanê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve dibin ku beşek ji dawî çalakiyan wan, ev in:
Li bajarê Şinoyê de li gundên Sergîz, Hesen Nûran û Pirdawê, çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.
Li bajarê Kamêranê de keçên şoreşvan peyamek bo nûkirina soz û peymana xwe digel rêbaza şehîdan û armancên Dr. “Şerefkendî” belav kirin.
Li bajarê seqizê de li gundê Tayirboxeyê û “Ayçî”yê çalakî hatine lidarxistin.
Li bajarê Mihabadê de li gundên “Deyweysaxa, Gezelên, Gewcawa, Tazekend û Xêrawayê, li cezîreya bendavê, ytenişta bendavê, Seholanê, dukanên Seholanê û Eshabe Sipî”yê de çalakî hatine lidarxistin.
Li bajarê Pîranşarê de jî li Şînawê, Ferhengiyan, Mizgevta Hizretê Omer, Şeqama Dayîk û xwendingeha Endîşe” çalakî bi rê ve çon.
Li bajarê Banê de jî li gundê “Bilesen”ê de çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.
Wan endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî lidarxistina wan çalakiyan, soz û peymana xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek hizbî û niştimanî, ragihandin.