Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên zanîngeha Kurdistan li bajarê Sinê, yada Şehîd Jîna yê bi bilind ragirtin

11:32 - 14 Îlon 2025

Li sêyemîn salvegera Şehîdkirina “Jîna Emînî” bi destê hêzên hoz ên rêjîma Îranê li bajarê Têhranê, hejmareke zêde ji xwendekarên zanîngeha Kurdistan a bajarê Sinê û herwisa xwendekarên zanista Pizişkî ya vê zanîngehê ku ji çendîn netewên Îranê pêk hatine, çalakiyek bo rêzgirtin ji yad û navê şehîd “Jîna”yê li dar xistin.

Wan xwendekaran bi nivîsandina dirûşmên wek “Jin Jiyan Azadî, Şehîd Namirin, rêjîm ji binyatê de çewtekar e, serhildan berdewam e, Şehîd Hermane, Tolhildan, ev şoreşa dê ser bikeve, sond bi xwîna hevalan, emê heta dawiyê ber xwe bidin”.

Wan xwendikaran axabanî, weke hêmaya kevnar a Kurdan bilin kirin.

Wan xwendekaran ragihandine ku şoreşa Jînayê berdewam e û dê serbikeve û heta dawiyê dê berxwe bidin.