
Li berdewamiya çalakiyên teblîxî yên bi hilkefta 26ê Xermananê salvegera “Şehîdên Mîkonosê” endam û alîgirên Hizba Dêmokrat, çalakiyên berfireh ên teblîxî yên wek belavkirina trakt, wêne û posterên taybet bi 26ê Xermamanê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê lidar dixin ku beşek ji dawî çalakiyan, wiha ne:
Li bajarê Seqizê li gundê Melqernê çalakiyên bi hilkefta 26ê Xermamanê 33emîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, bi rê çon.
Li bajarê Banê çalakî berdewam bûn û li gundê “Bilesen”ê de jî çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Li bajarê Serdeştê de jî çalakî berdewam bûn û li rêya Rebet bo gêrdûka Zimzîranê, diruşmên taybet bi vê rojê hatine nivîsandin.
Herwisa li berdewamiya çalakiyên teblîxî li bajarê Mihabadê de jî li gundê “Befrevan”ê de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Li bajarê Bokanê de jî çalakiyên berfireh berdewam bûn û li gundê “Qerekend”ê de amadekarî bo çalakiyên 26ê Xermananê hatine kirin.
Hevdem bi hilkefta 25ê Xermaman sêyemîn salvegera şehîdkirina Jîna Emnî jî li piraniya bajar û deverên Kurdistanê de bi diruşm û wêne û çalakiyên taybet bo şoreşa Jin, Jiyan Azadî yê hem yadê şehîdên vê tevgerê bilind radigrin û hem zindîbûn û berdewamiya şoreşê didin xuya.