
Li roja derbasbûyî de bavê şehîd Çiyako Yûsifînijad li rêûresmekê de bi beşdariya hejmarek ji xelkê emegnas û jîngehparêz û hogirên sirûşta Kurdistanê li ser gora wî şehîdê jîngeha Kurdistanê darek bi nîşaneya bilindragirtina yad û cangorîkirina wî şehîdî bi sirûşta niştiman, çand.
Li roja Înê de jî girûpeke çiyger a bi navê “girûpa Jîngehparêzî û Çiyageriya Qelaya Hesenava” ya bajarê Sinê li rêûresmekê de bi beşdariya jîngehparêzan û hogirên sirûşta Kurdistanê û malbatên şehîdên jîngehê, yada şehîdên jîngeha Kurdistanê bi bilind ragirtin û bo yada Şehîd “Çiyako Yûsifînijad, Xebat Emînî û Hemîd Muradî” û herwisa “Şehîd rêbîn Goranî” nûtirîn cangorî û şehîdê jîngeha Kurdistanê, dar çandin.