Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Li şoreşa Jîna yê de eva ku serdestiya vê tê xuya, îradeya netewên mafxwaz bo guherîna rêjîmê ye

11:01 - 16 Îlon 2025

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta Sêyemîn salvegera şoreşa Jîna yê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Sêyemîn salvegera şoreşa “Jîna”yê bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî”, li rewşek taybet de ye. 3 sal piştî kuştina Jîna Emînî, Keçe Kurda Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê demûdezgehên tepeserker ên desthilata navendî ve, rewşa civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û herwisa rewşa desthilata navendî digel guherînên kûr û rewşeke nû rûberû bûye.

Qonaxa piştî şoreşa Jîna yê, ne tenê bo Kurdistanê, belku bo Îranê û heta deverê, xala guherînek mezin e. Ji aliyekê pirsa jiyan û mafên jinan û nirxên azadî û kerameta tak û bi kom a netewên sitmemdîtî û hemû civaka Îranê li rojev û li rikeberiyek berdewam digel desthilatê de ne, ji aliyê dinê jî Rêjîma komara Îslamî li rewşa bonbesta siyasî û birêveberiyê û hilgirê hejmarek qeyranê çaresernekirî de ye û hekî hêza tepeserker û şerxwaz jî bê derxistin, şiyana birêveberî û manê, nemaye. çarçoveyek mezintir a wan pirsgirêkan, hevdembûn digel rêkevtina rêjîmê û dijberên vê li 2 astên navxweyî û derve de ye, ji aliyekê xelkê Îranê û ji aliyê din ve civaka navnetewî ye.

Tepeserkirina berfireh a şoreşa Jînayê, ne tenê nekarî hêza netewên mafxwaz piştguh bixe, belku rikeberiya li navbera azadî û hêza tepeserker, berfirehtir kiriye û eva ku baladestiya xwe dide xuya, îradeya mafxwazî û azadîxwazan bo guherîna vê rêjîmê û avakirina Îranek azad û dûr ji tepeserî, hizra qurixkarî û înkarkirinê ye.

Li sêyemîn salvegera şoreşa Jînayê de , silavan dişînim bo jinan û ciwanên pêşeng û civaka hişmend û sunetşikên a Kurdistanê û tevahiya azadîxwazan û netewên mafxwazên Îranê.

Silava rêz û emegnasiya xwe oêşkêşî riha şehîdên şoreşa Jîna yê û malbatên serbilindên wan û birîndar û qurbaniyên vê tevgerê dikim.

 

Mistefa Hicrî

Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

15ê Îlona 2025 a Zayînî